Li bajarê Mûşê jî her cûre çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mûşê her cûre çalakî û xwepêşandan heta pênç rojan hate qedexekirin.

Parêzgeha Mûşê bi daxuyaniyekê aşkere kir, operasyonên arteşa Tirkiyê yên li nav sînor û dervayî sînorên Tirkiyê berdewam in û dibe ku li dijî van operaysonan xwepêşandan werin kirin. Ji bo nehêlana vê egerê, li nav sînorên Mûşê her cûre çalakî û xwepêşandan heta pênç rojan hatine qedexekirin.

Pêr jî Parêzgeha Rihayê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li nav sînorên bajêr her cûre meş, çalakî, xwepêşandan û civîn heta pênç rojan hatine qedexekirin.

Sibe 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî ye û HDP, DBP û KCDê banga meşê ber bi gundê Amarayê ku Ocalan lê dayik bûye kiribû.