Bernamzetên parlamenteriyê girîngiyê didin çareseriya Pirsa Kurd

Pêvajoya bangeşeya hilbijartinên 14ê Gulanê dest pê kiriye, bernamzetên ku ji bo namzetbûna parlementeriyê serlêdan kirine, ji bo ku namzetiyê bi dest bixin xebatên xwe dimeşînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Pêvajoya bangeşeya hilbijartinên 14ê Gulanê dest pê kiriye bernamzetên ku ji bo namzetbûna parlementeriyê serlêdan kirine, ji bo ku namzetiyê bi dest bixin xebatên xwe dimeşînin ku li Bakurê Kurdistanê jî bernamzet herî zêde di warê pirsa Kurd de peyaman didin.

Bernamzetan ji bo namzetiya parlementeriyê serlêdanên xwe kirin û niha jî ji bo ku wek namzet werin nîşandan xebatên xwe didomînin. Dê di 9ê Nîsanê de partiyên siyasî lîsteya namzetên xwe radestî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bikin. Yek ji van partiyan jî CHP ye ku CHP dixwaze piştî demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jî li Diyarbekirê parlementerî bi dest bixe û ji bo vê yekê jî bernamzetên CHPê di warê çareseriya pirsa Kurd de peyamên xwe didin.

Bernamzeta Parlementeriya Diyarbekir a CHPê Zeynep Denîz Erk ji K24ê re ragihand: “Ez di wê baweriyê de me ku pirsa Kurd pirsgirêkeke girîng e û divê di bin banê parlementoyê de were çareserkirin. Divê ji bo çareserya pirsgirêka kurd mafê perwerdehiya zimanê zikmakî jî were nasîn. Her wiha ez girîng dibinim ku jin di nava siyasetê de bibandor bin, bi taybetî jî di herêma me de ev yek bo çareseriya pirsgirêkan girîng e.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyan dike hember girtinê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê û bernamzetên wê jî balê dikêşin ku çareseriya pirsa Kurd dê gav û xebatên wan ên sereke bin di parlementoyê de.

Bernamzetê Parlementeriya Diyarbekir ê HDPê Abdurezak Memîş ji K24ê re diyar kir: “Em dixwazin mafên Kurdan biparêzin, em dixwazin mafên dergevanan jî biparêzin. Partiya me eger me bixwaze, em ê pir xweş bikin li parlamentoyê. Li ser meseleya Kurd, zimanê me, em ê biparêzin, wekî din jî partiya me gelek tiştên xweş dikin jixwe, em ê mafên gelê Amedê û gelê Kurdan biparêzin.”

Partiya Desthilatê Ak Partî jî ku di hilbijartinên dawîn de partiya duyem bû li Diyarbekirê û bernamzetên ji Ak Partiyê serîlêdan kirine dibêjin peywirdarkirina 50 mamsoteyên Kurdî nîşaneya berdewamiya gavên di warê çareseriya pirsa kurd de ye û ewê jî vê pêvajoyê bişopînin.

Bernamzetê Parlementeriya Diyarbekir ê Ak Partî Yahya Kamçi ji K24ê re ragihand: “Di parlementoyê de emê hewil bidin ku bo perwerdehiya zimanê kurdî bêhtir gav werin avêtin. Emê hewil bidin ku di zankoyan de beşê kurdî zêdetir werin vekirin. Ji xwe peywirdarkirina 50 mamosteyan nîşaneya berdewamiya gavan e.”

Bernamzetên partiyên siyasî herî zêde di warê çareseriya pirsa kurd de xwe pêş dixin, di peyamên xwe de giringiyê didin çareseriya pira kurd da ku ji aliyê partiyên xwe ve wek namzet werin destnîşankirin.