Li Mereşê erdhejek bi hêza 4 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê di demjimêr 01.45an de bi hêza 4 pileyan li ser pîvera Richterê erdhejekê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, erdhejeke bi hêza 4 pileyan rû da û navenda wê navçeya Dulkadiroglu ya Mereşê bû.

Hat diyarkirin ku erdhej 7.18 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Piştî erdhejên wêranker 6ê Sibata 2023an li Mereşê ku di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan, heta niha zêdetir 17 hezar paşlerze rû dane.