Demirtaş ji dadgeran re: Mafê we nîn hûn me sûcdar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Berê yê HDPê Selhattîn Demirtaş di parastina xwe ya doza Kobanê de nûçeyên derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de ku bi rêya telefonê li endamên (AYM) Dadgeha Destûra Bingehîn geriyaye bibîranî û bang li dadgêran kir: “Siyasetmedarekî tirsnezan û aqilsivik (bêperwa) ku karibe rasterast li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bigere û ezira wan bişkîne, bifikirin gelo dikare çi bîne serê 22. Dadgeha Giran ya Enqerê!”

Herwiha Demitaş di parastina xwe de got; “Ew mafê we nîn e hûn me sucdar bikin, yên sucdar hûn in. Hûnê mafê jêpirsînê bidin me an nadin hîç ne xema me ye, lê li ber dadgehên serbixwe em ê bi qirçeqirç û kotekî hisabê xwe bi we re safî bikin.”

DOZA KOBANÊ

Digel Selhattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag bi giştî 108 kes di vê dozê de têne darizandin. Bi giştî ji bo hemû yên têne darizandin 38 caran sizayê heta hetayê tê xwestin. îdianameya ku hatiye amadekirin jî li ser çalakiyên Kobanê ye di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de. Doz jî li 22. Dadgeha Sizaya Giran ya Enqerê birêve diçe.

Demirtaş bi mebesta ku rêxistina terorê ya çekdarî damezrandiye û hewl dide aramiya civakê têk bibe û rikberiyê bixe nava Tirkiyê û parçe bike tê sucdarkirin.

Hevjîna Demirtaş Başak Demirtaş jî dibêje; Selahattîn Demirtaş ne tenê ya hiqûqê di heman demê de têkoşîna maf jî dide û ew girtiyekî siyasî. Ev yek bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê jî hatiye pesenkirin.