Real Madrîd birînên Chelsea kûr kirin.. Milan jî Napoli têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Real Madrîd û AC Milan di lîstikên gera çûnê ya qonaxa çarîk-fînala Champions League de, serkeftinên giring tomar kirin.

Real Madrîd şeva borî di gera çûnê ya qonaxa çarîk-fînala Lîga Champions League de li stadyuma “Santiago Bernabeu” bi encama (2 - 0) bi ser mêvana xwe Chelsea ket.

Golên Real Madrîd bi riya êrîşkarê Fransî Karim Benzema û êrîşkerê Spanî Marco Asensio di xulekên (21, û 74) hatin tomarkirin.

Chelsea lîstik bi deh lîstikvanan temam kir, piştî ku parêzvanê wê Benjamin Chilwell di xuleka (59) de ji ber kart asor hat derxistin.

Bi vê serketinê, tîma Real Madrîd gavke baş ber bi qonaxa nîv-fînalê de avêt, tevî ku maça gera vegerê dê li stadyuma Stamford Bridge li Londonê, keleha Chelsea, roja 18ê Nîsanê were lîstin.

AC Milan

Di lîstikeke din a heman qonaxê de, Tîma Îtalî AC Milan bi encama (2 - 0) bi ser mêvana xwe Napolî ket.

Gola tekane ya lîstikê di xuleka (40) de, bi riya lîstikvanê Cezayîrî Îsmaîl Bennacer hat tomarkirin.

Di lîstika gera vegerê ya ku dê roja Sêşemê 18ê Nîsanê li yarîgeha “Diego Armando Maradona” were lîstin, nasnameya tîma ku dê derbasî qonaxa nîv-fînala Champions League bide, were zanîn.