Li Tirkiyê bihayê zêr rekoreke nû tomar kir

Bi nêrîna pisporan ji ber polîtîkayên Bankaya Navendî ya Amerîkayê (FED) û bi daketina helawisana li Amerîkayê bihayê zêr li Tirkiyeyê rekorek nû li xwe tomar kir û grama zêr bû 1270 lîre ku ev berztirîn bihayê zêr e.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê bihayê zêr gihişt asta herî bilind. Bi nêrîna pisporan ji ber polîtîkayên Bankaya Navendî ya Amerîkayê (FED) û bi daketina helawisana li Amerîkayê bihayê zêr li Tirkiyeyê rekorek nû li xwe tomar kir û grama zêr bû 1270 lîre ku ev berztirîn bihayê zêr e di dîroka vî welatî de, tê amajekirin heta dawiya vê salê berzbûna bihayê zêr dê berdewam bike.

Li Tirkiyeyê bihayên zêr her diçe zêdetir dibe. Piştî daketina helawisana li Amerîkayê ku heta ji %5an daket bihayên zêr li Tirkiyeyê rekoreke nû li xwe tomar kir. Grama zêr gihişt heta hezar û 270 lîre, zêr ons jî ji 2 hezar û 45 dolaran derbas kir ku ev berztirin bihayê zêr e di dîroka komar Tirkiyê de.

Bi nêrîna pisporan ji ber rûdanên navxweyî û derve li Tirkiyeyê bihayê zêr zêdetir dibe û di nava vê salê de zêdebûna bihayê zêr dê berdewam bike.

Pisporê Polîtîkaya Pere û Zêr Reşat Yilmaz ji K24ê re diyar kir: “Sedema sereke ya zêdebûna bihayê zêr polîtîkaya Bankaya Navendî ya Amerîkayê (FED)e. Bi zêdebûna ons zêr, grama zêr jî dê zêdetir bibe. Ji ber ku nirxê lîreyê Tirkiyê her diçe dadikeve veberhênan li ser zêran tê kirin. Pêşbiniya me ew e ku li nava vê salê grama zêr heta hezar û 700 lîreyan jî derbas bike.”

Piştî bihabûna zêr li sûka dîrokî ya Stenbolê Kapali Çarşi liv û tevgera xelkê zêdetir bû. Ji bo kirin û firotina zêr hejmareke zêde welatî berê xwe didin vê sûka girtî ku hejmareke zêde zêrînger tê da cîh digirin.

Bi bilindbûna zêr li nav sûk û bazaran daxwazeke zêde bo kirîna zêr rû da. Zêrfiroş jî li gor berê zêdetir zêr difiroşin.

Zêrînger Yilmaz Baş ji K24ê re diyar kir: “Çawa zêr bilind bû, xelk berê xwe da bazara zêrîngeran. Kesên tên zêdetir zêr dikirin û her diçe eleqeya bo kirîna zêr ji aliyê welatiyan ve zêdetir dibe. Niha em nagihijin daxwazan. Li Tirkiyeyê eleqeya bo zêr her hebû û her zêdetir bibe jî.”

Welatiyek dibêje: “Bêguman ji bo veberhênanê û ji bo dahatûya me kirîna zêr gelek baş e. Ez jî hatim zêrê destê xwe hûr bikim û pê bazin bikirim.”

Pêşbiniya pispor û saziyên pêwendîdar bo dahatûya zêr ew e ku di meha Gulanê de egereke mezin Bankaya Navendî ya Amerîkayê rêjeya faîzê 25 pûan dê zêdetir bike û ev jî bibe sedem ku bihayên zêr zêdetir bibe wate zêr li Tirkiyeyê dê rekorên nû li xwe tomar bike.