HEZKURDê plaket dan xebatkarên Kurdistan24ê

Stenbol (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji ber xebatên wan ên di warê ziman û çanda Kurdî de, plaketên spasiyê pêşkêşî Kurdistan24 û xebatkarên wê kirin.

HEZKURDê piştî bernameya fitarê ya ku li Stenbolê li dar xist, plaket dan saziyên çapemeniyê yên li ser ziman û çanda Kurdî nûçe û hevpeyvînan diweşînin.

HEZKURDê plaket pêşkêşî rêveberê nûçeyan ê malpera Kurdistan24 a Tirkî Îhsan Yalin û edîtor Adem Ozgur û Cesim Îlhan kir.

Her wiha ji bêjer Cemal Batun û nûçegihanên TV’yê Azat Altun, Ercan Dag, Hasan Kosen, Mahîr Yuksel û Siddik Eren jî plaket hatin dayîn.