Idlib.. Li dijî asayîkirina pêwendiyên welatên ereban bi rêjîma Sûriyê re xwepêşandan hatin kirin

Idlib
Idlib

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêmên curbicur ên bakurê Sûriyê xwepêşandanên li dijî asayîkirina pêwendiyên hin welatên ereb bi rêjîma Sûriyê re derketin. Her wiha ji bo heman armancê, xwepêşandanên din jî li bajarên Ewropî aliyê penaberên Sûriyê ve hatibûn organîzekirin hatin kirin.

Bi sedan xwepêşander duhî yekşemê li navenda bajarê Idlibê kom bûn û dirûşmên wek “Em ê bimirin û em Esedê tawankar li hev nekin” û “Vegera rêjîma Sûriyê bo Komkara Erebî, lekeyek li ser eniya her erebekî ye” bilind kirin.

Xwepêşandan li bajar û bajarokên gundewarê Idlibê derketin û bajar û bajarokên din ên wek El-Bab, El-Raî û Cerablûs ên gundewarên rojhilatê Helebê û Ezazê belav bûn xwepêşanderan nerazîbûna xwe ya li dijî “lihevkirinê” nîşan dan.

Li derveyî Sûriyê jî bi sedan welatiyên Sûriyê bi heman dirûşmeyan li gelek welatên Ewropayê wek Fransa, Tirkiye, Almanya, Holanda, Awusturya, Brîtanya, Belçîka û Danîmarka nerazîbûnên xwe pêşan dan.

Ev xwepêşandin piştî wê, di dema dawî de hin welarên erebî pêwendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re vedigerînin û hin berpirsên wan serdana Şamê kirin, wek Erebistana Siûdiye û Tunis.

Her wiha Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di çend rojên borî de serdana Siûdiye, Misir, Cezayir û Tunisê kiribû, şarezayên siyasî jî dibêjin, ev serdana di çarçoveya vegerandin û asayîkirina pêwendiyên di navbera welatên erebî de ye.