Agirbesta Sûdanê bo 72 demjimêrên din hat dirêjkirin

Bi navbeynkariya Amerîka û Erebistana Siûdî, Artêşa Sûdanê rizamendî nîşan da ku agirbesta li welat bo 72 demjimêrên din jî were dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi navbeynkariya Amerîka û Erebistana Siûdî, Artêşa Sûdanê rizamendî nîşan da ku agirbesta li welat bo 72 demjimêrên din jî were dirêjkirin.

Ev di demekê de ye ku Artêşa Sûdanê êrîşa asmanî kire ser Hêzên Bersivdana Bilez li Xertûma paytext, herwiha li rojavayê Darfûrê jî şer û pevçûn di navbera aliyan de berdewam bû.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji aliyê xwe ve ragihand, agirbesta 72 demjimêran a Sûdanê pir baş nebûye, lê belê alîkar bûye ku alîkariyên mirovî werin gihandin.

Antony Blinken eşkere kir, bi awayekî çalak û berdewam kar li ser dirêjkirina agirbesta Sûdanê dikin.

Ji 15ê vê mehê ve şerê navxwe di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Bersivdana Bilez de dest pê kiriye, tevî ragihandina agirbesteke 72 demjimêrî di navbera aliyan de ji bo aramkirina rewşê, şer û pevçûn berdewam bû, biryar e ku îşev agirbest were dirêjkirin.