Hasan Cemal: Divê êdî dawî li êş û janên Kurdan bê

Namzedên Partiya Çep a Kesk diyar dikin, êdî ev desthilat wê biguhere, mecala Tirkiyê nemaye ku 5 salekî din vê desthilatê ragire.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Namzedên Partiya Çep a Kesk diyar dikin, êdî ev desthilat wê biguhere, mecala Tirkiyê nemaye ku 5 salekî din vê desthilatê ragire. Ji bo dawî lêhatina êş û azarên Kurdan û serbestiya çand û zimanê Kurdî jî divê ev desthilat biguhere. Eniya desthilatê jî dibêje; esil aliyê ku dawî li zilma li ser Kurdan aniye AK Partî ye.

Di bangeşeya hilbijartinê ya Hevpeymaniya Gel de mijara sereke ku derdikeve pêş rewşa aboriya Tirkiyê bihabûna kîloya pîvaz û patatan e, di bangeşeya Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de jî mijarên edaletê, serdestiya hiqûqê, astengiyên li ser nasnameya Kurdî û ziman û her wiha çareseriya kêşeya Kurdî derdikevin pêş. Namzedên navdar yên Partiya Çep ya Kesk ên rojnameger û nivîskar ku yekemcar e wê di nava siyasetê de cih bigirin balê dikişîn ser êş û azarên Kurdan ku bi salan e ji ber kêşeya Kurdî li Tirkiyê pêk hatine. Dibêjin çare nemaye Tirkiye mecbûr e vê kêşeyê ji binî ve çareser bike. 

Namzedê YSPê yê Stenbolê Hasan Cemal ji K24ê re ragihand: "Astengiyên li ser zimanê Kurdî belê. înkara nasnameya Kurdî û çanda wê. Van mijaran kir ku li Tirkiyê di kêşeya Kurdan de êş û janên mezin pêk bên. Êdî pêwîst e dawî li van kiryaran bê. Ew tiştên ku hatine serê Kurdan ji ber vê polîtîkaya înkarê pêwîst e dawî lê bê. Loma pêwîst e em kêşeya Kurdan bi hev re deynin ser xeteke çareseriyê. Çare nemaye. Eger ev kêş û hewa wisa berdewam bike em ê di 14ê Gulanê de Erdogan û koma wî têk bibin. Wekî ku em ê di vê encama vê hilbijartinê de dîrokeke nû binivîsin."

Aliyê AK Partiyê yanî desthilata Tirkiyê jî dibêje; bi saya Erdogan zilma 80ê salî ya li ser zimanê Kurdî hate rakirin. Eger pêwîst bike ku zimanê Kurdî û zimanên din bibin zimanê nivîsandin û perwerdehiyê ew ê ji vê yekê jî gava xwe bi paş de navêjin.

Bernamzedê AK Partiyê Îbrahim Emre Adan ji K24ê re diyar kir: "Di malbata min de hîç Kurd nîn in. Lê dema kurê bavê kalikê min miriye şîna xwe bi Kurdî kiriye. Em wisa di nava hev de bûn. Hûn televizyoneke Kurdî ne min dixwest dema hûn pirsê ji min bikin bi Kurdî bersivê bidim lê mixabin nikarim. Ev hezar sal in ev cografya ku em bi hev re li serê dijîn dixwest zimanê birayên xwe bizanibim. Ev 80ê sal in qedexeyek hebû li ser zimanê Kurdî. Lê niha kê karî ku ev ziman li Tirkiyê bê axaftin Recep Tayyîp Erdogan."

Kurdên ku li bajarên mezin ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn jî di vê proseya hilbijartinê de dibêjin; divê zimanê Kurdî ne tenê bibe amûra bangeşeya partiyên siyasî, her kî bibe desthilat bila bibe ya pêwîst ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.