Nûnerên pêkhateyan daxwaza parastina mafê hemû pêkhateyan dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê nûnerên pêkhateyan li ser banga namzetê Partiya Çep a Kesk yê Parlementeriya Diyarbekir Azad Bariş hatin cem hev. Azad Bariş ku kurdekî êzîdî ye dibêje ew dixwaze di parlementoyê de mafê hemu pêkhateyan biparêze êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê li Tirkiyeyê wek jenosîd were nasîn.

Li Diyarbekirê Dêra Surp Giragos a Ermenan mêvandariyek watedar kir. Di hewşa Dêra Surp Giragos a Ermenan de li ser vexwendina namzetê Partiya Çep a Kesk yê Parlementeriya Diyarbekir Azad Bariş ku kurdek êzîdî yê ji qerejdaxê ye nûnerên pêkhateyan bi hevr e taştê xwarin. Di bernameyê de nunerên mesihî, ermen, kildanî, êzîdî û elewî yan axaftin kirin û hate amajekirin ku hemû pêkhate nîşaneya dewlemendiya çanda pêkvajiyanê ne û divê di parlementoyê de jî dengên ku bikaribin pirsgirêkên pêkhateyan bînin ziman hebin.

Namzetê Parlementeriya Diyarbekir ê Partiya Çep a Kesk Azad Bariş ji K24ê re got: “Xwe wek parçeyek çanda Amedê dibinim. Ji ber wê divê nûnertita pêkhateyên vê derê bikim. Mesîhîtiya Kurdistanî û elewitiya Kurdistanî gelek dewlemend e, ji hev hes dikin.”

Di bernameyê de nûnerên pêkhateyan jî axaftin kirin û peywirdarên olî jî dia kirin. Peywirdarên olî bl kêşandin ku di ti olan de cihê xirabiyê nîne û hemu ol qenciyê destnîşan dikin ku dema ev were zanîn û têgihiştin dê pêkhate jî bi awayeke aştiyane li gel hev bijîn.

Peywirdarê Olî Gabrîel Akyuz got: “Em hemû ji heman malbatê zêde bune. Divê di nava biratî û aştiyê de em bijîn. Divê em ji hev hes bikin. Qencî zehmet e, xirabî hêsan e, divê em qenciyê bikin.”

Nûnerên pêkhateyan hêvî dikin ku di Parlementoya nû de jî pêkhate wisa li ser heman sifreyê bi nasnameya xwe bi awayekî Azad xwedî nûnertî bin.