Serok Barzanî pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir

Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî roja çarşemê 3ê Gulana 2023an li Selahedîn pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf kir.

Di hevdîtinê de ku Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî amade bûn, derbarê rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê danûstandina fikr û ramanan hat kirin û ronahî xistin ser pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê.

Her di vê civînê de tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina navbera aliyên siyasî hat kirin û pêngavên Hikûmeta Iraqê jî wek erênî hat nirxandin.