Namzedê ÎYÎ Partiyê: Ez ê biçim serdana Meral Daniş Beştaş

Namzedê ÎYÎ Partiyê yê Diyarbekirê Vejdîn Ensarîoglu ragihand, ew ê ji bo pirsîna rewşa tendirustiya wê, serdana Meral Daniş Beştaş bike.
Namzedê ÎYÎ Partiyê yê Diyarbekirê Vejdîn Ensarîoglu
Namzedê ÎYÎ Partiyê yê Diyarbekirê Vejdîn Ensarîoglu

Diyarbekir (K24) – Namzedê ÎYÎ Partiyê yê Diyarbekirê Vejdîn Ensarîoglu ragihand, ew ê ji bo pirsîna rewşa tendirustiya wê, serdana Meral Daniş Beştaş bike.

Vejdîn Ensarîoglu li Diyarbekirê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew ê serdana Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş bike û rewşa tendirustiya wê bipirse, ku meha borî rastî bûyereke trafîkê hatibû.

Ensarîoglu li ser pirsa "Gelo ÎYÎ Partî ji bo çareserkirina pirsa Kurd astengiyan dirust dike?” diyar kir: “Kurd bi xwe dê pirsa Kurd çareser bikin. Salîm Ensarîoglu ji bo çareseriya pirsa Kurd gelek kar kir ligel Seroka ÎYÎ Partiyê kiriye.”

Herwiha destnîşan kir: “Ez Kurdê Zaza me, ez welatiyê Tirkiyê me û Salîm Ensarîoglu jî Cîgirê Seroka ÎYÎ Partiyê ye, ji bo vê jî ev derfeteke baş e. Em Kurd in û em ê pirsên xwe çareser bikin.”

Li ser pirsa "Gelo ÎYÎ Partî naxwaze ligel HDPê wêneyekê bide?" Vejdîn Ensarîoglu diyar kir: “Ez li vir eşkere dibêjim, bila hevalên min jî bibihîzin, îro saet 20:30 ez ê serdana Meral Daniş Beştaş bikim ji bo pirsîna tendirustiya wê.”