HAK PAR: Ji bo çareseriya Pirsa Kurd divê pergala federasyonê were

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) li Diyarbekirê derbarê xebatên xwe yên hibijartinê de civînek li dar xist.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) li Diyarbekirê derbarê xebatên xwe yên hibijartinê de civînek li dar xist û namzedên parlementeriyê yên Hak Parê û hevgirtiyên Hak Parê amaje kirin ku tenê Hak Par ji bo Kurdan daxwazên aşkere û rasteqîn dike.

Ber bi hilbijartinên 14ê Gulanê ve partiyên siyasî xebatên xwe zêdetir dikin da ku bandorê li dengderan bikin û dengên wan bistînin.

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) jî yek ji wan partiyan e ku mafê beşdariya hilbijartinan bi dest xistiye û li 87 herêm hibijartinê bi 600 namzedan beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê dibe. Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) di civîna xwe ya Diyarbekirê de amaje kir ku divê li Tirkiyeyê zimanê Kurdî bibe fermî û her wiha pergala federasyonê were cîbicîkirin.

Serokê Giştî yê Hak Parê û Namzedê Parlamenteriya Diyarbekirê Duzgun Kaplan ji K24ê re diyar kir: “Miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê hem ji desthilatê aciz e ku 20 sal in li desthilatê ne û nekarîne pirsa Kurd çaresr bikin û hem jî ji Partiya Çepa Kesk aciz e ku bi salane şareseriyên Kurdan bi dest dixin û nekarîne bo pirsa Kurd rêya çareseriyê vebikin. Gel germahiyê nîşanî me dide û bo bangeşiyê me her ku diçe bêhitr eleqe nîşan dide.”

Hêz û rêxistinên neteweyî yên ku piştgiriya Hak Parê dikin jî di xebatên hilbijartinê de li gel Hak Parê dixebitin. Hereketa Azadî jî ragihand ku ew di hilbijartinên 14ê Gulanê de piştgiriya Hak Parê dikin û sedema vê yekê jî wek daxwaza mafên neteweyî destnîşan dike.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji K24ê re ragihand: “Partiya Maf û Azadiyan take  partî ye ku ser navê Kurdan mafê beşdariya hilbijartina bi dest xistiye, ji ber ku daxwaza pergala federasyonê jî dike em wek Hereketa Azadî piştgiriya Hak Parê dikin.”

Partiya Maf û Azadiyan mafê beşdariya hilbijartinên parlementoyê bi dest xistiye, lê Hak Par radigihîne ku ew di hilbijartinên serokomariyê de deng nadin ti aliyekî, ji ber ku ti namzedek di warê çareseriya pirsa Kurd de ne xwedî bername ye.