Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Pêşangeha Pîşesazî û Berhemên Navxweyî dibe

150 kompaniyên navxwe di pêşangehê de beşdar in û bo dema sê rojan berdewan dibe.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Gulana 2023an, serdana Pêşangeha Pîşesazî û Berhemên Navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bû.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Hewlêrê, 150 kompaniyên navxwe di pêşangehê de beşdar in û bo dema sê rojan berdewan dibe û di vî warî de yekem pêşangeh e ku li Hewlêrê tê sazkirin.

Pêşangeh taybet e bi berhemên xurek, pîşesazî, pêwîstiyên bijîşkî, derman û karên destan.