Qasim El-Arecî: Pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê gelek baş û stratejîk in

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî ji K24ê re ragihand, pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê gelek baş û stratejîk in. her wiha got, hevahengî û hevkariya Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di warê ewlehiyê de di asta herî bilind de ye.

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim El-Arecî ragihand, ew ê di rojên pêş de bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê derbarê ewlehiya sînoran de bivin.

Ev daxuyaniya Arecî piştî wê tê, îro li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de gotibû: “Hikûmeta Iraqê pabendî rêkeftina Şingalê ye û em hêvîdar in hefteya bê li ser xalên giring ên rêkeftinê bigihin rêkeftinekê.

Tekez kir jî, “Li Şingalê çekdarên neqanûnî hene ku li dijî rêkeftinê ne. Em pabend in bi vekişîna hemû hêzan ji Şingalê, ji bilî polîs û artêşê.”