Manchester City bo cara sêyem li pey hev nasnavê Premier Lig bi dest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City bê lîstin, nasnavê Premier Lig a Ingiltirayê bi dest xist, piştî ku hevrikê wê Arsenal li ser meydana xwe li hember Nottingham Forest (0 – 1) têk çû.

Gola tekane ya Nottingham Forest bi riya yarîzanê Nîjerî Taiwo Owonyi di xuleka (19) de hat tomarkirin.

Bi vê yekê puanên Arsenal bi 81 xalan, bi çar pûanan li paş City ma, ku dî sibe Yekşemê, mêvandara Chelsea be.

Manchester City ev cara sêyem li pey hev nasnavê Premier Lig bi dest xist û di şeş sezonan de bû cara pêncemîn.

Piştî bidestxistina nasnavê lîga, çavê Man City dê li nasnavên Kûpaya FA û Champions League be, da ku vê werzê sêweyekî dîrokî bidawî bike.

Manchester City dê di 3ê Hezîrana bê de, li Stadyuma Wembley ya Londonê dê rûbirûyî cîran û hevrikê xwe Manchester United be, da ku FA Cup bidest bixe.

Her wiha di 10ê Hezîranê de jî, Man City li Stadyûma Ataturk a Stenbolê dê di fînala Lîga Champions League de bi Inter Îtalyayê re bilîze.