Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em hewl didin Kurdistanê bikin navenda pêkanîna hêviyan

“Em ê di demeke nêz de proseyeke girîng di warê dayîna kredî û projeyan de ragihînin.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Em hewl didin û kar dikin ku Kurdistanê bikin wek navendekê ji bo pêkanîna hêviyan.” Herwiha eşkere kir: “Em ê di demeke nêz de proseyeke girîng di warê dayîna kredî û projeyan de ragihînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê de peyamek arasteyî xwendekarên derçûyî û malbatên wan kir û ragihand: “Ji niha ve destkeft dibin rastî, tiştê ku we ji bo wê hewl dida û xewna we ye, pêk tê. Ew zanistên ku hûn li vir hîn bûn, amade kir ku hûn di warên xwe de bibin serkirde û ji bo miletê me bibin pêşeng, her yek ji we, bo qada xebatê, gav diavêjin.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku min di sala 2012an de fikra pêkanîna dezgehek xiste rû, da ku ciwanan li xwe bigre, tê de rêz li kesên jîr were girtin û werin padaştkirin, ji bo wan derfet werin pêkanîn, ku berê ji ber guzerana xirab ji bo wan nehatibû pêkanîn.”

Herwiha eşkere kir: “Ez li ser wê yekê rijd im ku Kurdistanê bikim civakeke pir zanist û marîfet, baweriya min a temam jî heye ku ewên diçin derveyî welat ji bo berdewamiya perwerdeya xwe, piştî ku perwerdeya xwe temam dikin, sedemên wan ên girîng hene ji bo vegera welatê xwe, erkê me ye ku em jîngeheke guncaw û libar bixuliqînin ku bala ciwanên welatê xwe ji bo vegera bo welat rabikêşin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji xwendekaran re diyar kir: “Ez we han didim ku li cihê karê xwe, bi şêweya herî baş, şiyan û behreyên xwe derxin holê, ez dixwazim hûn vê rastiyê jî bizanin ku tiştê ku ez li vir ji we re dibêjim, ez di jiyana xwe ya rojane de dikim.”