SOHR: Hejmarek kes ji ber teqeyên şahiya serkeftina Erdogan birîndar bûn

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hejmarek welatî ji ber gulleyên şahiyê ku ji aliyê grûpên ser bi Tirkiyê ve ji ber serkeftina Erdogan hatine teqandin, birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hejmarek welatî ji ber gulleyên şahiyê ku ji aliyê grûpên ser bi Tirkiyê ve ji ber serkeftina Erdogan hatine teqandin, birîndar bûne.

Roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an, hejmarek kes li navçeyên jêr desthilata Tirkiyê li bakurê Sûriyê birîndar bûne ji ber teqeyên ku li ser serkeftina Recep Tayyip Erdogan ji bo xula nû ya Serokomariya Tirkiyê, wek kêfxweşî û şahiyê hatine teqandin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) eşkere kiriye: “Li Kampa El Mehmûdiye di encama teqeyan de çar kes birîndar bûn, herwiha du kesên din jî li nêzîkî firinekê li bajarê Ezazê di encama teqeyan de birîndar bûn.”

Li gor Rewangeha Sûrî, jinek li Kampa Saco ya li gundê Ezazê di encama ketina xwarê ya gulleyekê bi ser çadira wê de, birîndar bûye.

Roja 28ê Gulana 2023an, Recep Tayyip Erdogan di gera duyem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de li gor encamên destpêkê bi rêjeya 52,14 bi ser ket.