Rûsyayê êrîşa mûşekî bi ser Ukraynayê de encam da

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê êrîşeke mezin a mûşekî bi ser firokexaneyên Ukraynayê de encam da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê êrîşeke mezin a mûşekî bi ser firokexaneyên Ukraynayê de encam da.

Îro Duşemê 29ê Gulana 2023an, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên Rûsyayê êrîşeke bikom bi çekên dûravêj bi ser saziyên dijmin û firokexaneyên wan de encam da.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Êrîşa mûşekî li binkeya fermandarî û navenda radaran û keresteyên firokevanî û depoyên teqemeniyê yên hêzên Ukraynayê ketine.”

Herwiha hatiye diyarkirin, navenda çavdêrî û depokirina teqemeniyan li Lîwaya 110 a Mekanîkî ya hêzên çekdar ên Ukraynayê li herêma Avdiyivka hatiye armanckirin.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.