Şeva borî bi dron û mûşekan êrîşî Kîevê hat kirin

Medyaya Ukraynayê ragihand, şeva borî dengên çendîn teqînan li Kîev û çend deverên din ên Ukraynayê hatin bihîstin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Ukraynayê ragihand, şeva borî dengên çendîn teqînan li Kîev û çend deverên din ên Ukraynayê hatin bihîstin.

Li gor zanyariyên Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko, şeva borî dengên çendîn teqînan li Kîevê hatine bihîstin û sîstema berevaniya asmanî jî ketiye kar.

Îdareya serbazî ya li Kîevê eşkere kir, bi rêya dron û mûşekan, şeva borî êrîşî Kîevê hatiye kirin.

Li ser vê mijarê medyaya Ukraynayê diyar dike, di demjimêrên destpêkê yên îro înê de, dengên çendîn teqînan li Kîevê hatine bihîstin, zengilê agahdarkirinê li temamê Ukraynayê hatiye lêdan, ji ber êrîşan heta danê sibê, rewşa amadebaşiyê hatiye ragihandin.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.