Li Hindistanê qezaya trênê: 233 mirî, zêdetirî 900 birîndar

Li eyaleta Orîssaya Hindistanê di encama qezaya 3 trênan de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîşte 233 kesan û zêdetirî zêdetirî 900 kesan jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li eyaleta Orîssaya Hindistanê di encama qezaya 3 trênan de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîşte 233 kesan û zêdetirî zêdetirî 900 kesan jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya rojnameya The Hindu, li herêma Balasoreyê trêna rêwiyan a Coromandel Expressê û trêneke barhilgir li hev qelibîn.

Di qezayê de ku li nêzîkî Rawestgeha Bahanaga Bazarê bi dema herêmê roja 2ê Hezîranê di demjimêr 19:20an de qewimî, li gorî zanyariyan hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîştiye 233 kesan û zêdetirî zêdetirî 900 kesan jî birîndar bûne.

Rayedarên Hindistanê ragihand ku 179 birîndar birine nexweşxaneyan û her wiha ji bo derxistina rêwiyên birîndar û miriyan jî xebatên rizgarkirinê berdewam in.