Buldan û Sancar careke din nabin namzedên hevserokatiya HDPê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên HDPê di kongreya awarte ya Tîrmehê de, careke din nabin namzed û ti postekî din jî wernagirin.

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthet Sancar beşdarî kanala Medya Haber bûn û dan xuyakirin, di hilbijartinê de şikestin anîne û divê baca vê were dayîn.

Hevserokan dan zanîn, heta encamdana kongreya mezin, dê civîn û konferans werin encamdan û mijara hilbijartinê bi awayek’ berfireh were gotûbêjkirin û hesab were dayîn.

Buldan û Sancar her wiha gotin; di kongreya pêş ya HDPê de, ew careke din nabin namzedê hevserokatiya HDPê û tI posteke din jî wernagirin.

Pêştir jî hatibû ragihandin, HDP hewl dide di nava Tîrmehê de kongreya xwe ya mezin lidar bixe.

HDPê ji ber egera girtina wê, li ser navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bû û li gorî hilbijartinên pêştî, kursiyên xwe yên Parlamentoyê bi awayekî berçav kêm kirine. 

Piştî hilbijartinê jî HDPê di daxuyaniyeke hevbeş ligel YPS, DBP, HDK û DTKê de got: “Em qebûl dikin ku di hilbijartinê de em negihîştin hedefên xwe û li gor van hedefan em bi ser neketin.”