Lîreya Tirkî li hember dolar rekoreke din tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dolarê Amerîkî beramber lîreya Tirkî rekoreke dîrokî tomar kir û dolarek nirxê 21 lîreyî derbas kir.

Lîreya Tirkî nirxê xwe yê beramber pereyên biyanî roj bi roj ji dest dide û îro jî rekoreke nû li ser vê nirx jidestdanê hate tomarkirin. Îro danê sibe li bazarên Tirkiyê dolarekî Amerîkî 21 lîre derbas kir û gihişte 21.13 lîre.

Siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya kêmkirina faîzan û gelek sedemên siyasî yên curbecur û siyasetên aboriyê dibe sedema kêmbûna nirxê lîreyê. Lîre li gor sala borî nirxê xwe ji sedî 28 kêm kiriye û piştî hilbijartinê tê çaverekirin ku nirxê xwe bi dijwarî kêm bike.

Tê çaverekirin ku piştî Wezîrê nû yê Darayî û Gencîneyê Mehmet Şîmşek dest bi kar bike, hikûmeta Tirkiyê dest ji siyaseta xwe ya kêmkirina faîzan berde.