Her dolarek gihişt 22.22 lîreyên Tirkî

Dirav
Dirav

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîreya Tirkî çend roj in nirxê xwe li hember dolarê Amerîkî winda dike û rekorekê li dû rekoreke din tomar dike.

Dolarê Amerîkî li ser tomarkirina rekorên xwe yên hember lîreya Tirkî berdewam e. Îro dolarekî Amerîkî li hember lîreya Tirkî nêzikê ji sedî 3 bilind bû û gihişte 22.22yê.

Pêş hilbijartinên Tirkiyeyê dolar 19.58 lîre bû. Lîre li gor sala borî nirxê xwe ji sedî 32 ji dest daye.