Rewşa aboriya Tirkiyê ji welatiyan re bûye barekî giran

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Ji aliyê TUIKê ve daneyên enflasyonê ku hatin ragihandin ji aliyê welatiyên ku li Stenbolê dijîn ve rasteqîne nehatin dîtin. Lê kêm be jî hatina Mehmet Şîmşek di warê sererastkirina aboriyê de hêviyeke erenî xistiye nava dilê welatiyan.

Di nava 3 salan de aboriya Tirkiyê ji ber bilindbûna enflasyonê şikestên mezin xwarin. Asta xîzaniyê ya malbeteke 4 kesî çû ser 34 hezar lîreyan asta birçîbûnê jî çû ser 12 hezar Lîreyê Tirkiyê. Bi ser milyonan hejmara kesên bê kar û bi hezaran asêbûna kompaniyan ku qûfleyê li deriyên xwe dixin aliyekî din yê rewşa krîtîk ya aboriya Tirkiyê tê destnîşanklirin. Her çiqas li gorî amarên TUIKê yanî Saziya Amarên Tirkiyê di meha Gulanê de asta enflasyonê daketibe bin ji sedî 40î jî, bi baweriya welatiyan di rastiya kolanê de ev rêje hê zêdetir e.  

Welatî Huseyîn: “Daneyên TUIKê cihê nîqaşê ne. Amarên ku ENAG radigihîne hê rasteqîne ne. Em bi xwe dibînin li kolanê bûhayê hemû berheman bê çiqasî bilind in. Enflasyona di xurekan de di asteke metirsîdar de ye.” 

Welatî Zekî Aydin: “Tiştê ku ez ji berîka xwe de hîs dikim bi gelekî ji sedî 40î zêde ye asta enflasyonê. Bi baweriya min her tişt li holê ye. Eger Mehmet Şîmşek azad bê hiştin bi gavên rasteqîne yên aboriyê, belkî wê karibe di aboriyê de hin birînan derman bike.”

Li gorî amara Koma Lêkolînê ya Aboriyê jî asta enflasyoınê li Tirkiyê ya 12 mehên derbasbûyî çûye ser ji sedî 105an. Dikandarên li Stenbolê jî, ji ber nebûna kar ku nikarin berhemên xwe biforişin bi gilî û gazin din û dibêjin; ne ji geştyarên biyanî be ew ê dikanên xwe asê bikin û rûnin malê.

Dikandar Adem Uçar: “Li gorî berê karê me gelekî kêm bûye. Em rojê jî zor bi dawî tînin. Herkes wisa ye. Binêrin gelek dikandar dikanên xwe asê dikin yan jî digûherînin. Xebatkarên xwe ji kar derdixin. Eger geştyarên biyanî hebin em kar dikin.”

Bi boçûna aborînasan jî li aliyekî her çiqas hikûmeta nû hatibe damezrandin ya li Tirkiyê, di warê aboriyê de sinyalên baş bide jî, di dava 2 rojên dawîn de bilindbûn û tomarkirina rekortên nû yên dolar rê li ber metirsiyeke din vedike di aboriya Tirkiyê de.