Manchester City bo cara yekem di dîroka xwe de nasnavê Champions League bidest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Îngîlîzî Manchester City di fînala Champions League ya Ewropayê de Inter Milan a Îtalî bi encama (1 - 0) têk bir û nasnavê xwe yê yekem bi dest xist.

Şeva borî li Stadyuma Olîmpiyadê ya Ataturk li Stenbolê Manchester City û Inter Milan di fînala Champions League de rûbirûyî hevdu bûn û Manchester City (1 - 0) biser ket û nasnavê xwe yê yekem bi dest xist.

Manchester City ji bo serkeftina xwe ya dîrokî deyndarê stêrka xwe yê Spanî Rodrigo ye, ku di xuleka (68) de gola serkeftinê tomar kir.

Manchester City di dîroka xwe de cara yekem e Kupaya Champions League a UEFAyê bidest dixe, piştî ku di fînala sala 2021an de li hember Chelsea têk çûbû.
Manchester City bi vî rengî, îsal sêyeka dîrokî bi dest xist, piştî ku nasnavên Premierê lîg û Kûpaya FA jî bidest xistin.

Ji aliyê din ve, Inter Milan, “Nerazzurre”, xwediya nasnavê Kupaya Îtalyayê, nekarî sernavê xwe yê çaremîn di Champions League de bidest bixe, ku ya dawiyê sala 2010an bû.