'Divê Iraq ji bo pêkanîna du lîwayên hevbeş lez bike'

Fermandarê Hêzên Heştê yên Pêşmergeyê Kurdistanê Necat Elî diyar kir, ji bo çareserkirina deverên cihê nakokiyê û tijekirina valahiya ewlehiyê, divê bilez du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werin pêkanîn.

Hewlêr (K24) – Fermandarê Hêzên Heştê yên Pêşmergeyê Kurdistanê Necat Elî diyar kir, ji bo çareserkirina deverên cihê nakokiyê û tijekirina valahiya ewlehiyê, divê bilez du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werin pêkanîn.

Necat Elî di merasîma bidawîbûna xula 12 ya Fermandariya Hêzên Heştê yên Pêşmerge de gotarek pêşkêş kir û ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku di pêkanîna wan du lîwayên hevbeş ên navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bilez bike ji bo çareserkirina deverên cihê nakokiyê û tijekirina valahiya ewlehiyê.

Beriya niha Serbest Lezgîn ku wê demê Birîkarê Wezareta Pêşmerge bû, ragihandibû; piştî ku navendên hevahengiya hevbeş di navbera Wezareta Berevanî ya Iraq û Wezareta Pêşmerge de dest bi kar bûn, biryar e du lîwayên hevbeş di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werin pêkanîn.

Serbest Lezgîn eşkere kiribû, rêxistina DAIŞê, li Kerkûk, Xaneqîn, Diyale, Selahedîn, Enbar û rojavayê Mûsilê her ku diçe kiryarên xwe yên terorîstî zêdetir dike, Hevpeymanan û Herêma Kurdistanê û Iraq gihîştine wê baweriyê ku ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê, divê hevahengiya navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hebe.