Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ezmûna zanîngehê birêve çû

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ezmûna derbasbûna zanîngehê birêve çû. 3 milyon û 527 hezar kes beşdarî ezmûnê bûn.  Hin xwendekarên ku di dema xwe de negihiştin navendên ezmûnê xemgîn bûn û giriyan. Malbatan jî gotin ku; ew dixwazin zarokên wan beşeke baş bixwînin û bibin xwedî pîşe.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 3 milyon û 527 hezar û 466 kes beşdarî yekem rûniştina ezmûna derbasbûna zanîngehê bûn. Ezmûn ji sê rûnitşina pêk tê. 18ê Hezîranê jî du rûniştinên din tên kirin ku yek ji wan ezmûna zimanên biyanî ye. Xwendekarên ku beşdarî ezmûnê bûyîn dibêjin; armanca wan ew e ku bikaribin li zanîngehê beşeke bi dilê xwe bixwînin û bibin xwedî pîşe.

Xwendekar Hisamedîn Kiran: “Ev saleke ez amadekariyên vê ezmûnê dikim. Min li dibistana navîn ya bi navê Elî Gaffar Okan xwend. Ez li gund bûm min nedikarî baş amadekariyan bikim. Ez bi hêvî me ku beşa birînpêçiyê ango hemşiretiyê qezenç bikim.”

Xwendekar Songul Çîmen: “Ez hinekê westiyayî me. Westiyayî sê sala me.  Ev e sê car in ku ez beşdarî vê ezmûnê dibim. Ez niha li zanîngeheke din beşeke din dixwînim. Lê dixwazim beşa xwe biguherînim. Ez dixwazim beşa hiqûqê bixwînim. Pirsên li ser zimanê tirkî baş bûn lêbelê pirsên derbarê dîrokê de tevlihev bûn.”

Hejmarek kesên ku beşdarî ezmûnê bûne derçûyiyên zanîngehê ne û ji bo ku beşa xwe biguherin dîsa beşdar dibin. Lêbelê piraniya beşdaran yekem car dikevin ezmûnê û dixwazin ku piştî xebata salekê derbasî zanîngehê bibin. Malbatên ku wan bi xwe nekarîne bixwînin piştgiriya zarokên xwe dikin ku ew bixwînin.

Ezîz Yildirim: “Me nexwendiye em dixwazin ku zarokên me bixwînin. Dema ku em zarok bûn min jî dixwest ku ez bixwînim lêbelê derfetên xwendima me nebûn. Derfetên dêûbabên me nebûn. Derfetên me nebûn ku em biçin bajêr. Ji ber ku me ew pirsgirêk dît in niha em dixwazin çi ji destê me bê em ji zarokên xwe re bikîn.”

Rihan Taban: “Keça min, kûrê min, kurê jintiya min û keçe jintiya min beşdarî ezmûnê dibin. Hin zarokên me xwendin lêbelê tayînên wan çênebûn, niha vala ne. Yekê dixwest bibe hemşîre lêbelê nebû.”

Li gorî daneyan, ji her deh derçûyan 4 kes bêkar in. Gelek derçûyiyên zanîngehê ji bo beşên ku xwendine nayên tayînkirin û neçar dimînin bi mûçeyeke kêm kareke din bikin. Ji ber vê yekê piraniya beşdarên ezmûnê berê xwe didin beşên ku zûtir tayinên wan çêbin.