Li Diyarbekirê Yekîtiya Hilberînerên Fisteqan hat damezrandin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê, 28 hilberîneran damezrandina Yekitiya Hilberînerên Fisteqan ya Diyarbekirê ragihandin.
Li Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê 28 hilberîneran, Yekitiya Hilberînerên Fisteqan ya Diyarbekirê ragihandin. Hilberîneran gotin ku armanca wan ew e; salane bikaribin bihayê 500 milyon dolar fisteq berhem bînin.
Li gorî ragihandina hilberîneran; ew niha li ser 3 hezar û 300 donim zevî cotkariya fisteqan dikin û dê vê cotkariyê pêşve bibin ku bikaribin di nava deh salan de 10 milyon darên fisteqan biçînin.
Serokê Yekitiya Hilberînerên Fistiqan Celaledîn Bîrtane got; 180 salan ji dara fisteqan berhem tên berhevkirin. Ev yek dê ji bo geşbûna abûriyê û peydakirina derfetên kar gaveke baş be.