Li Colemêrgê 3 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li dordora gundên Colemêrgê di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de, sê gerîlayên PKKê canê xwe jidest dan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, îro berbangê li derdora gundên Colemêrgê li dijî gerîlayên PKKyê operasyon hatiye kirin.
Da zanîn jî, di encama operasyonê de, 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar jî kir, heta bidawîkirina PKKê dê şerê wan li dijî PKKê berdewam bibe.