Wezîrê Derve yê Îranê: Me rûpeleke nû ligel welatên Kendavê vekiriye

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan li ser pêwendiyên welatê xwe ligel welatên Kendavê dibêje, "me rûpeleke nû vekiriye".

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan li ser pêwendiyên welatê xwe ligel welatên Kendavê dibêje, "me rûpeleke nû vekiriye".

Husên Emîr Ebdullahyan ji televîzyona fermî ya Îranê re zanyarî li ser wan civînan da ku di çarçoveya geşta xwe de bo welatên Kendavê ku Qeter, Umman, Kuweyt û Îmarat li xwe girtibû.

Ebdullahyan eşkere kir, di serdana xwe ya du rojî de ligel rayedarên wan welatan civiyaye û got: “Îran di hevahengiya ligel welatên sînorê başûrê Kendavê de rûpeleke nû vekiriye. Em ligel van welatan bi awayekî cidî pêwendiyên dualî dixin rojeva xwe.”

Di geşta welatên Kendavê de ku 20ê Hezîranê dest pê kir, Husên Emîr Ebdullahyan serdana welatên Qeter, Umman, Kuweyt û Îmaratê kir û ligel serokên wan welatan û rayedarên payebilind civiya.