Qubad Talebanî bo K24: Civîna me ya îro ya ligel şanda PDKê civîneke baş bû

Qubad Talebanî li ser civîna îro ya ligel şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ragihand, civîna me ya îro civîneke baş bû.

Hewlêr (K24) – Qubad Talebanî li ser civîna îro ya ligel şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ragihand, civîna me ya îro civîneke baş bû.

Serperiştyarê Sekreteriya Mam Celal Qubad Talebanî ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, civîna me ya ligeş PDKê baş bû û dê baştir bibe.

Îro li baregeha polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê, civînek di navbera şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de hat encamdan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li cihê civînê ragihand, di civîna navbera PDK û YNKê de li ser pêwendiyên navbera herdu partiyan û encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj têne kirin.

Li gor zanyariyên peymanêrê me, mijareke din a civînê li ser hilbijartinên parêzgehên Iraqê dibe, ku biryar e di 18/11/2023an de birêve biçe.

Şanda PDKê, ji Fazil Mîranî, Sîdad Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Huad Husên, Mehmûd Mihemed, Rêbwar Yelda û Zagros Fetah, herwiha şanda YNKê, ji Bafil Talebanî, Cehfer Şêx Mistefa, Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl û Şalaw Elî Eskerî pêk tên.