Rêberê Tevgera Sedir derkirina Balyozê Swêdê yê li Iraqê daxwaz dike

Muqteda Sedir li hember şewitandina Qurana pîroz li ber mizgefteke welatê Swêdê, nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaza xwepêşandana berfireh li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li hember şewitandina Qurana pîroz ji aliyê welatiyekî Iraqî li Swêdê, derkirina Balyozê Swêdê yê li Iraqê dixwaze.

Muqteda Sedir li hember şewitandina Qurana pîroz li ber mizgefteke welatê Swêdê, nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaza xwepêşandana berfireh li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê dike.

Sedir ji Hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku Balyozê Swêdê yê li Iraqê der bike û pêwendiyên xwe yên ligel Swêdê qut bike, ku dijminahiya Îslamê û bêrêzîkirina pîroziyên Îslamê dike.

Roja 28ê Hezîranê, Iraqiyekî di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.

Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quran şewitand.

Salwan Momika ku çend sal berê ji Iraqê reviyaye Swêdê, ji polîs destûr xwestiye ku pirtûka pîroz a misilmanan Quranê bişewitîne.