Li Swêdê di roja cejnê de Qurana pîroz şewitand

Iraqiyekî di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.

Navenda Nûçeyan (K24) - Iraqiyekî di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.

Piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî roja Çarşemê di yekem roja cejna Qurbanê de li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quranê şewitand.

Salwan Momika ku çend sal berê ji Iraqê reviyaye Swêdê, ji polîs destûr xwestibû ku pirtûka pîroz a misilmanan Quranê bişewitîne "ji bo ku nêrîna xwe ya derbarê Quranê de diyar bike".

Beriya şewitandina Quranê, Momika ji ajansa nûçeyan TT re gotiye ku ew jî dixwazin balê bikişîne ser girîngiya azadiya ramanê û gotiye "Em ê Quranê bişewitînin. Em ê bibêjin 'Swêd şiyar bibe'. Ev demokrasî ye."

Herwiha Momika gotiye, “Em ne li dijî Mislimanan, li dijî ramanên wan şer dikin. Em ne li dijî misilmanan in, em li cem wan in.”

Salwan Momika di bin ewlehiyeke tund a polîsan de li ber mizgefta sereke ya Stockholê Quranê şewitand.

Swêd ku daxwaza endamtiya wê ya NATOyê ji aliyê Tirkiyê ve hat astengkirin, careke din destûr hat dayîn ku pirtûka pîroz a misilmanan Qurana pîroz were şewitandin.

Polîsê Swêde berê ji tirsa ku dibe ku yên Quranê dişewitînin rastî êrîşan bên destûr nedabû û piştre ev mijar birin dadgehê.

Dadgehê qedexeya ku ji aliyê polîsan ve hatiye dayîn neheq dît û biryar da ku azadiya ramanê tê astengkirin.