Serokatiya Herêma Kurdistanê: Şewitandina Qurana pîroz gefê li pêkvejiyan û aştiyê dixwe

Serokatiya Herêma Kurdistanê şewitandina Qurana pîroz ji aliyê kesekî Iraqî ve li Swêdê şermezar kir.

Hewlêr (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê bûyera şewitandina Qurana pîroz de ku ji aliyê kesekî Iraqî ve li Swêdê hat şewitandin, daxuyaniyek belav kir û ew bûyer şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Şewitandina Quranê bi tevahî karekî nerewa ye, dibe sedema mezinbûna kîn û nefretê û dibe gef li ser pêkvejiyan û aştiyê.”

Di beşke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Divê rêz li bawerî, hest û pîroziyên hemû ol û mezheban bê girtin û destûr neyê dayîn ku tu kes ji azadiyê sûd werbigire û bêrêziyê li pîroziya olekê bike.”

Roja Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan, Quran şewitand.

Ev bûyer bû sedema nerazîbûn û bertekên tund di nav welat û civakên Misilman de û ew kiryar hat şermezarkirin.

Duh Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di du peyamên cuda de bûyera şewitandina Quranê şermezar kiribûn.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotibû: “Kiryara nerewa ya şewitandina Qurana pîroz nakeve çarçoveya azadiya derbirînê û tu hincet jê re nîne.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî diyar kiribû, “Ev birîndarkirina hest û soza hemû Misilmanên cîhanê ye û em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Kiryarên wiha li dijî ruhê yekîtî û pêkvejiyanê ne û xizmeta gotara tarîtiyê û belavkirina kîn û nefretê dikin û divê her kes pêşî lê bigre.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de ku li ser Twitterê belav kiribû, gotibû: “Ez şewitandina Qurana Pîroz şermezar dikim. Ez daxwaz dikim ku li her derê rêz ji hemû pirtûkên pîroz re bê girtin û rê li têkdana pêkvejiyanê bê girtin.”