Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Mîhwera Pirdê nehişt qewareya Herêma Kurdistanê bê têkbirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta cejna pîroz serdana hêzên Pêşmerge yên mîhwera Pirdê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Pirdê mîhwereke gelek gelek serekî bû ji bo parastina qewareya Kurdistanê piştî ku xiyaneta 16ê Cotmehê hat kirin û nehişt qewareya Herêma Kurdistanê bê têkbirin.”

Îro Înê 30ê Hezîrana 2023an, di roja sêyem a Cejna Qurbanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta cejna pîroz serdana hêzên Pêşmerge yên mîhwera Pirdê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de diyar kir: “Bi saya zehmet, xebat û westana we, xelk li mala xwe cejnê dikin. We eniyên xwe parastin, we Kurdistan parast, da ku em bikarin bi aramî û xweşî cejnê bikin, ev cihê destxeşiya her kesî ye.”

Mesrûr Barzanî ji Pêşmergeyên wê mîhwerê re got, pêştir "di demên ne xweş de" hevdu dîtine, lê belê xwestiye ku vê carê ji bo cejnê serdana wan bike. Herwiha destnîşan kir, mîhwera Pirdê mîhwereke gelek gelek serekî bû ji bo parastina qewareya Kurdistanê piştî ku xiyaneta 16ê Cotmehê hat kirin û got: “Ev der rêgir bû ji wê yekê re ku ew plana pîs bi ser bikeve û qewareya Kurdistanê têk bide. Ev cihê destxweşiyê ye ku we karî zal bin bi ser wan hemû pîlanên xirab de ku ji aliyê nehezan ve bo Herêma Kurdistanê hatibûn dariştin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya xwe anî ziman ku "bi awayekî aştiyane û bi cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi xweşî vegerin hembêza Kurdistana me ya xoşewîst".

Derbarê cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em hewl didin ku Madeya 140 weke xwe were cîbicîkirin, her çiqas mixabin aliyê din pir pabend nîne bi rêkeftinan. Tevî vê yekê jî, em ê heta qonaxa dawî hewl bidin ku ev tişt bi aştiyê werin çareserkirin, eger tehda û zilm jî li me hatibe kirin, bi piştevaniya Xwedê û bi hebûna we, heta dawiya nefesê, em ê berevaniya ax û niştiman û rûmeta vî miletî bikin û em jî di xizmeta we de ne û li cem we ne.”

Li ser rêkeftinên siyasî yên navber Hewlêr û Bexdayê, Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em her dem pabend in bi vê destûrê û rêkeftina aştiyane ya ligel hikûmeta federal a li Bexdayê, lê belê di heman demê de em dakokî li ser mafên xwe yên destûrî dikin û bi her awayî parêzgariyê li wan mafan dikin.”

Mesrûr Barzanî got: “Em dizanin ku ev maf hatin binpêkirin, beriya demekê, me dît ku heta cotkarên me rastî zilmê tên, ji zeviyên xwe têne derkirin û xelkên din tînin. Ew kesên ku niha hatine hawirdekirin, cihê wan cotkarên Kurd û Tirkmen girtine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand wê dema ku artêşa Iraqê li hember cotkarên Kurd rêgirî dikir, telefonî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kiriye û jê re gotiye "ev binpêkirina destûrê ye û ev guherandina demografiya navçeyê ye, ku divê cenabê te wek serokwezîrek, nekevî vê cebheyê û weke serokwezîrê hemû aliyan tevbigerî û vê zilmê qebûl nekî". Sûdanî li ser vê yekê gotiye ku ew ê derbarê bûyeran de lêkolînê bikin.