Erdogan: Nabe azadiyek bi navê azadiya şewitandina Qurana pîroz hebe

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser şewitandina Quranê ya li Stockholma paytexta Swêde got, nabe azadiyek bi navê azadiya şewitandina Qurana Pîroz hebe.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser şewitandina Quranê ya li Stockholma paytexta Swêde got, nabe azadiyek bi navê azadiya şewitandina Qurana Pîroz hebe.

Piştî sêyemîn civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan derbarê encama civînê de daxuyaniyek da.

Erdogan bal kişand ser şewitandina Quranê ya li Swêdê û wek karek têkder bi nav kir û herwiha got ew bi hêvî ne bêyî ku xwîn bê rijandin di zûtirîn dem de xwepêşandanên Fransa aram bibin.

Serokomarê Tirkiyê got: “Êrîşa ser Qurana pîroz em hemû hers kirin. Ew tawanê tijî kîn û rik yên hinek kesên ku bi dijayetiya îslamê mezin bûyî ne. Ew kar li jêr çavdêriya polîsan de hat kirin. Ewên çavê xwe li karekî wiha digrin heman tawan kirine.”

Recep Tayyip Erdogan herwiha got ew şewitandina Quranê li ya Stockholê wek karê yek kesî nabînin û Tirkiye dê li dijî wan bûyeran helwesta xwe nîşan bide.

Erdogan di beşeke gotara xwe de jî bahsa xwepêşandanên li Fransayê jî kir û got ew bi hêvî ne ku bêyî ku xwîn were rijandin ew xwepêşandan bidawî bibin.

Erdogan derbarê pêwendiyên li gel Swedê de ku niha dixwaze Tirkiye razî bike ku endambûna wê ya di nav NATO de qebûl bike jî got: “Helwesta welatê me û bersivên Swêdê eşkere ne. Em dizanin armanca wan ya di wan biryara de çiye ku bi rêya medyayê dikin. Ewên piştgiriyê didin terorê nikarin dostaniya Tirkiye bi dest bixin.”