Îsraîl li ser operasyona Cinînê spasiya Amerîkayê dike

Îsraîl di piştevanîkirina operasyona ser Cinînê de spasiya Amerîkayê dike. Washington jî nîgeraniya welatê xwe li ser zêdebûba aloziyên kerta rojava nîşan dide.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîl di piştevanîkirina operasyona ser Cinînê de spasiya Amerîkayê dike. Washington jî nîgeraniya welatê xwe li ser zêdebûba aloziyên kerta rojava nîşan dide.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Galant ragihand, pêwendiyeke telefonî ligeş Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin encam daye û tê de spasiya piştevaniya bêmerc a Washingtonê kiriye ji bo operasyonên Îsraîlê li bajarê Cinînê yê kerta rojava.

Yoav Galant operasyonên Îsraîlê yên li bajarê Cinînê wek "operasyona dijî terorê û jinavbirina metirsiyên ser Îsraîlê" bi nav kir, li hember wî, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê nîgeraniya welatê xwe li ser zêdebûba aloziyên kerta rojava nîşan da.

Ev di demekê de ye ku roja çarşemê 5ê Tîrmeha 2023an, piştî du rojan ji operasyon û pevçûnan, artêşa Îsraîlê dest ji kampa penaberan a Cinînê ya li kerta rojava vekişand. Artêşa Îsraîlê bi vekişandina hêzên xwe ji Kampa Cinînê, dawî li operasyonên xwe yên bo ser wê navçeyê anî.

Di nava du rojên pevçûnan de artêşa Îsraîlê bi beşdariya zêdetirî hezar serbazan operasyoneke berfireh bo ser bajarê Cinînê yê li kerta rojava encam da, di wê operasyonê de 13 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 100 kesên din birîndar bûn. Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Filistînê jî kuştina serbazekî Îsraîlî di pevçûnên ligel ketîbeyên Qesam de li kerta rojava, ragihand.