Li Bakurê Kurdistanê welatî ji ber germahiyê berê xwe didin cihên hênik

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê pileya germahiya hewayê di navbera 40-45 de ye. Pispor welatiyan hişyar dikin û dibêjin heta ne ji neçarî be bila bi roj dernekevin derve.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê pileya germahiya hewayê di navbera 40-45 de ye. Pispor welatiyan hişyar dikin û dibêjin heta ne ji neçarî be bila bi roj dernekevin derve. Welatiyên ku neçar derdikevin derve berê xwe didin cihên hênik.

Li gorî ragihandina saziya keşûhewayê ya Tirkiyeyê, rojên destpêka Tîrmeha 2023an wekî gerimtirîn roj hatin tomarkirin. Li bajarên wekî Riha, Dîlok, Diyarbekir, Batman, Sêrt û Şirnexê pileya germahiyê di navbera 40 û 45 de tê tomarkirin.

Pispor dibêjin; bi taybetî kesên bi temen, zarok û nexweşên dil di navbera demjimêr 10ê sibê û 5ê êvarî de bila dernekevin derve. Beşek ji welatiyên Sûrê bi zarokên xwe re berê xwe didin hewza Enzeleyê ku avawê cemidiye.

Welatiyê bi navê Silhedîn Taruk ji K24ê re diyar kir: “Dema ku em behsa Enzele dikin gelek keyfa zarokan tê û heta hema bêje zarok çar tiliyan ji erdê bilind dibin. Em jî dixwazin ku keyfa zarokan were û em bi wan ve mijûl dibin.”

Welatiyekî din jî dibêje: “Em di nava malê de ne ka ma em çi bikin? Ne perwane ye, ne klîma ye, tiştek nîne, germ e.”

Zarokekî bi navê Melîk diyar dike: “Em ji xwe re tên keyf dikin, em dilîzin, em dikevin avê. Gelek xweş e.”

Herwiha zarokekî din jî dibêje: “Em dikevin avê, em dilîzin. Em diçin malê lêbelê li malê tiştek nîne.”

Li gorî deryayê, bilindahiya Diyarbekirê 675 metre ye. Bi vê bilindahiyê Diyarbekirê li ciheke çal e û li derdora bajêr dar û daristan tûne ne. Ji ber vê yekê havînên Diyarbekir gelek gerim in. Beşek ji welatiyan vî demê salê an li malên xwe li ber klima û perwaneyan e an jî li ber siya darekê ne.

Welatiyekî bi navê Mihemed diyar dike: “Nava Sûrê jî gelek germ e. Serê sibehê heta 8an hênik eû piştî nivro jî ber êvarî hênik e. Gelek gerim e. Ne ji neçarî be milet nikare biçe derve.”

Li gorî ragihandina saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê di rojên bê de jî dê hewa gerimtir bibe. Pizîşk dibêjin; dema ku welatî derkevin derve de bila sîwane, şewqe û berçavkên rojê bi karbînin.