Akademîsyen: Divê Kurd li gorî berjewendiyên xwe yên netewî siyasetê bikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM) ve civînek bi navê “Gelo Kurd Çi Bikin?” hat lidarxistin. Akademîsyen û nivîskarên ku beşdarî civînê bûn gotin ku; divê kurd di navbera desthilatdarî û opozîsyonê de nemînin û siyaseteke li gor berjewendiyên xwe bikin.

Li Diyarbekirê, DÎTAM’ê di çarçoveya civînên “ Diyalogên Tîgrîsê” de civînek bi sernavê “ Gelo Kurd Çi Bikin?” li dar xist. Akademîsyen, nivîskar, lêkolîner û rewşenbir beşdarî civînê bûn. Di civînê de bi taybetî rewşa kurdan ya piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015an, polîtîkayên heyama nû, bandora pêşhatên navdewletî li ser pirsa Kurd û gelek babetên derbarê Kurdan de hatin axaftin. Akademîsyenan dan zanîn ku; divê Kurd jî di vê serdana nû de berjewendiyên xwe biparêzin da ku bigihin mafên xwe yên siyasî û civakî.

Endamê DÎTAM’ê Mehmet Vural ji K24ê re got: “Kurd îro blindest in. Me mafên xwe diparêzin, em daxwaza mafên xwe dikin; em tişteke xerîb nabêjin. Lê kîjan alî, kîjan partî mafên me qebûl bikin û bi me re dostaniyê bikin divê em jî li gorî wê hereket bikin. Ya ji bo Kurdan herî baş ew e ku Kurd di nava xwe de li hev bikin. Hebûna partiyên cuda asayî ye lêbelê divê Kurd ji bo bidestveanîna mafên xwe yên netewî di nava diyagê de bin.”

Di beşeke civînê de beşdaran li ser stratejiya partiyên siyasî ya hilbijartinên Gulana 2023an jî axivîn. Axaftvanan dan zanîn ku desthilat di hilbijartinên 2023an de bi siyaseta netewperestî bi ser ket lêbelê li hemberî vê yekê siyaseta Kurd nekarî dînamîzmekê di nava Kurdan de pêk bîne. Axaftvanan gotin; da ku di deh salên bê de Kurd bikaribin bi awayeke erênî ji guherînê sûdê webigirin divê ji niha ve dest bi siyaseteke nû û xurt bikin.

Akademîsyen Dr. Arzu Yilmaz got: “Di qada naxweyî û navdewletî de heyameke nediyar heye. Bêguman di deh salên dawiyê de Kurdan li Rojhilata Naverat bi rola xwe hevsengî guherandin. Lê belê ji nû ve hevsengî têne sazkirin. Wisa xuya dike ku di vê serdema nû de Kurd nikarin hêza xwe ya deh salên borî dîsa bikarbînin. Ji bo heyama nû gelek parametre hene, gelo Kurd dê bikaribin ji heyama nû sûdê werbigirin ew nediyar e.”

Di civînê de bandora pêşhatên navdewletî ya li ser pirsa Kurd jî hat axaftin û hat gotin ku divê diaporaya Kurd di qada navdewletî de dîplomasiyeke bihêz birêve bibe.

Di vê civînê de, siyaseta Kurd ya salên dawî hat nirxandin. Li gorî ragihandina beşdarên civînê, di qada navxwe û navdewletî de hevsengî tê guhertin. Beşdarên civînê dibêjin; heger Kurd bikaribin bi hev re stratejiyeke berjewendîparêz bimeşînin dê zûtir bigihin mafên xwe yê neteweyî.