Wezîrê Tendirustiyê: Yek ji karên Kabîneya Nehem proseya çaksaziyê di warê dermanan de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, yek ji karên Kabîneya Nehem, proseya çaksaziyê di sektora dermanan de bû û nirxê dermanan ji sedî 15 bo ji sedî 20 hat daxistin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, Kabîneya Nehemîn di çend mehên destpêkê yên destbikarbûna xwe de, tûşî karesata mirovî ya ku bi ser cîhanê de hatiye, belavbûna vîrûsa Koronayê bû.

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya gelek welatên Rojhilata Navîn, gelek tedbîr û amadekarî kirin. Wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her roj telefonî me dikir û li rewşa tenduristiya welatiyan dipirsî û bûdceyek taybet jê re terxan kir.”

Wezîrê Tendirustiyê her wiha got: “Yek ji karên hikûmetê, proseya çaksaziyê di warê dermanan de bû. Li hemû Iraqê jî bo yekem car destûr hat dayîn ku dermanên Herêma Kurdistanê bên bikaranîn.”

Diyar kir jî: “Hevahengiya me bi çend dezgehên navdewletî re heye, di nav de Dezgeha Kontrolkirina Kalîteyê ji bo Xwarin û Dermanan li Urdinê, ku bi serkeftîtirîn dezgeha kontrolkirina dermanan li Rojhilata Navîn tê zanîn. Her wiha tîmên me jî li wê dezgehê perwerdeyê dibînin.”

Da zanîn jî: “Me di van mehên dawî de bi kompanyayên dermanan re hevdîtin kir û ji wan re got ku divê ew pabendî rênima û biryarên nû yên ji bo dermanan bibin. Em bi wê hêviyê kar dikin ku Herêma Kurdistanê bi temamî ji dermanên sexte û nefermî bê paqijkirin.”

Wezîrê Tendirustiyê da zanîn, bihayên nû yên dermanan ji sedî 15 bo ji sedî 20 kêm bûne û got: “Me bi tîmeke şêwirmendî re girêbest ji bo zêdetir ji 230 cureyên dermanan amade kiriye, ku tenê maye ku were îmzekirin. Serokwezîr mehane pere ji bo kirîna dermanan terxan kiriye û dide dezgehên tenduristiyê.”