Bijîşkên Diyarbekirê daxwaza başkirina şert û mercên xebatê dikin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê daxwaza başkirina mûçe û şert û mercên xebatê dikin.
Li Diyarbekirê, hejmarek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên ser bi Federasyona Hekîmên Malbatê ve, xwestin li ber avahiya Rêveberiya Tendirustiya bajêr bi kongreyeke rojnamegerî daxwazên başkirina mûçe û şert û mercên xebatê bînin zimên lêbelê polîsan rê nedan daxuyaniyê.
Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê ji ber astengkirina polîsan, kongreya rojnamegerî betal kirin. Serokê Federasyona Hekîmên Malbatê Kemal Noyan got; ew biryara astengkirina kongreya rojnamegerî prostesto dikin. Noyan got; wan tenê dixwest pirsgirêk û daxwazên xwe bînin zimên.
Bijîşk û xebatkarên tenduristiyê gotin ku ew dixwazin li gorî girankirina bihayên kirêyên xaniyan û girankirina bihayên kelûpelan, mûçeyên wan jî bêne zêdekirin û şert û mercên xebatê bêne başkirin.