Li Diyarbekirê derbarê bikaranîna zêde ya avê de hişyarî hat dayîn

Rêveberiya karûbarên avê bang li welatiyan kir ku her yek ji wan rojane avê kêmtir bi kar bînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê rêveberiya karûbarên avê bang li welatiyan kir ku her yek ji wan rojane avê kêmtir bi kar bînin. Li gorî ragihandina rêveberên karûbarên avê, ji ber ku di cîhanê de ava paqij kêm dibe divê welatî di her qada jiyana xwe de avê bi sexbêrî bikar bînin.

Bendava Dîcle, ava vexwarinê ya bajarê Diyarbekirê ango ava milyonek û 800 hezar welatiyan dabîn dike. Bendav 32 kîlometre ji navenda bajêr dûr e. Rêveberiya Karûbarên Avê (DÎSKÎ) dide zanîn ku ew bi ked û zehmeteke mezin avê digihînin bajêr. Di kongreyeke rojnamegerî de gotin ku; li cîhanê ava paqij kêm dibe û bang li welatiyan kirin ku ew bikaranîna avê rojane 10 lîtreyan kêmtir bikin.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Avê yê Diyarbekirê Firat Tutşî ji K24ê re ragihand: “Divê em qedrûqîmeta ava xwe bizanin û bêserûber bi kar neynin. Heger em bi ava paqij a vexwarinê  bax û baxçeyên av bidin, şaneşînan û kuçeyan bişon dê ev av kêm bibe. Divê em heqê zarokên xwe nexwin, lewra piştî me dê av ji bo wan jî lazim be.”

Ava ku ji Bendava Dîcleyê tê, li vê navendê  di qonaxên cuda re derbas dibe û tê zenzilandin û ji bo vexwarin û pêdiviya malan tê amadekirin. Li vê navendê rojane 165 hezar metresêca av tê paqijkirin. Li Tirkiyeyê rojane serê kesî 190 lître av tê bikaranîn lêbelê li Diyarbekirê ev rêje 290 lître ye. Rayedar tînin zimên; peydakirina ava paqij zehmet e û heger bi sexbêrî av bê bikaranîn dê ev rêje bê kêmkirin. 

Serokê Beşa Dezgehên Avê ya Diyarbekirê Selahedîn Tan ji K24ê re diyar kir: “Ji bo ku avê ji bendavê bînin li vir 64 kes dixebitin. Li temamê DÎSKÎyê jî hezar û 500 kes dixebitin. Ji bo ku avê 24 demjimêrên rojê bigihin bajêr û welatî bikaribin vê avê ji bo paqijî û tenduristiyê xwe bikarbînin.”

Rêveberên karûbarên avê dibêjin; her çiqas Diyarbekir ji aliyê çavkaniyên avê ve dewlemend be jî divê welatî di her qada jiyana xwe de avê bi sexbêrî bi kar bînin.

Her ku diçe di cîhanê de ava vexwarinê kêm dibe. Ji bo ku ava vexwarinê bigînin malên me  sîstemeke bi ked û xebateke mezin dixebite. Rayedar dibêjn; da ku ev ke berhewa neçe û ava paqij her hebe divê welatî qedrê her dilopeke av bizanin.