Mark Rutte ji K24ê re: Dîlan baştirîn berbijêra posta Serokwezîriya Holandayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Mark Rutte piştî ku dest ji posta Serokwezîriya Hollandayê kişand, ji bo yekem car bi rêya Kurdistan24ê dibêje ku ew hêvî dike Dîlan Yeşilgoz bibe Serokwezîra nû ya Hollandayê.

Mark Rutte ji peyamnêrê K24ê re got, her çend e destnîşankirina kesekî ji bo postê serokwezîriyê girêdayî hilbijartinên îsal e, lê ew hêvî dike ku Dîlan Yeşilgoz bibe Serokwezîra nû ya Holandayê.

Mark Rutte got, Dîlan ji partiya wî ye û ji bo vê postê namzeda herî baş e, lê divê ew li benda hilbijartinan bimînin ji ber ku hilbijartin pêşbirkeke azadî ye û hemû namzed hewla serkeftinê didin.

Biryar e hilbijartinên Hollandayê di meha Mijdara 2023an de bên kirin.

Dilan Yeşilgoz-Zegerius Kurdeke Bakurê Kurdistanê ye ku niha Wezîra Dad û Asayişa Hollandayê ye û namzeda posta Serokwezîriya bê ye.

Dîlan Yeşilgoz sala par serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Dîlan Yeşilgoz sala 1977 li Enqerê jidayik bûye, siyasetmedareke Hollandî ye ku bi eslê xwe Kurd e û malbata wê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye. bavê wê Yucel Yeşîlgoz e ku beriya derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980î, berpirsyarê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bû.

Yûcel Yeşilgoz di sala 1980 de piştî derbeyê ji Tirkiyê reviya û li Hollandayê mafê penaberiyê xwest. Dîlan Yeşîlgoz tevî dayîk û xwişka xwe jî di sala 1984an de koçî Hollandayê kirin.