Amerîka sizayan li ser bi dehan kes û kompaniyên nêzîkî DAIŞê disepîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê siza li ser 39 kes û kompaniyên piştevanê DAIŞê û El Qaîdeyê sepandin û ragihand, ew ê rûbirûyî hemû gefên grûpên terorîst bibin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 1ê Tebaxa 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Amerîkayê 18 kesên Maldîvî yên ku piştevaniya DAIŞê dikin, 2 endamên El-Qaîdeyê û 29 kompaniyên ku piştevaniya DAIŞê û Qaîde dikin, xistiye lîsteya cezayên xwe.

Diyar kir jî, di nav kesên tên sizadan de, serkirde û endamên şaneyên DAIŞ'ê yên li Maldîvê û kesên din ên ku êrîşên terorîstî li ser rojnamevan û hikûmetan plan dikirin, hene.

Tekez kir jî, ew ê li ser rêgirtina li hemû piştgirîyên darayî yên ji bo terorîstên li Maldîvê berdewam bin, herwiha ew ê li ser asta herêmê û hem jî li qada navdewletî rûbirûyî hemû gefên van komên terorîst bibin.

Ev yek di demekê de ye, roja 15ê Tîrmeha 2023an, Alîkarê Dozgerê Giştî yê beşê Asayişa Niştimanî ya ser bi Wezareta Dadê ya Amerîka ve, Matthew Olsen got: Kesekî bi eslê xwe ji Kosovayê ye bi tometa peydakirina çekdan ji DAIŞê re hat girtin û cezayê hetahetayê lê hat birîn.

Alîkarê Serdozgerê Giştî yê Asayişa Niştimanî diyar kir jî: Ew endamê DAIŞê yê cezayê girtina hetahetayî lê hatiye birîn, navê wî Mîrsad Kandîk e û 41 ye.

Li gor amarên dawî yên fermî, ji sala 2014an û vir ve li Amerîkayê 246 kes bi tawana pêwendiya bi DAIŞê re hatine girtin, ji van wan 198 kesan li xwe mikur hatin ku têkiliya wan bi DAIŞ’ê re hebû.