Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dest ji pêkvejiyanê bernade

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, pêkvejiyana aştiyane li Kurdistanê bûye çandeke bihêz û ti rejîm û hêzekê nekariye wê çandê têk bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 5ê Tebaxê di merasîmeke taybet de, dêra nû ya “Şandeyên Pîroz” li Hewlêrê vekir û gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hebûna Kirîstiyanan xweşiyeke dide pirrengiya olî û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê. Ev çand li Herêma Kurdistanê vedigere bo zêdetir ji sedsalekê û ev cihêrengiya olî û pêkvejiyana olî dê roj li pey hev bihêztir bimîne.

Nêçîrvan Barzanî got: “Di sala 2014an de dema ku DAIŞê beşek ji Kurdistan, Iraq û Sûriyê dagîr kir, hejmareke mezin ji mesîhiyan reviyabûn Herêma Kurdistanê. Ji ber wê yekê îro xelkê Hewlêr û Kurdistanê ligel rêzdar Patriyark Marawayê Sêyem bi vekirina vê dêrê û vê komelgeha olî li Herêma Kurdistanê gelek kêfxweş in. Ez piştrast im ku ev komelgeh dê bibe navendeke din a bihêzkirina bawerî û hesta pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Herêma me ya ku di dîroka kevnar de jê re Mezopotamya dihat gotin, navendeke mezin a pêşketina jiyana şaristanî û mirovahiyê bû, herêmeke têkel û cihêreng a gelan bû. Bi rastî Mezopotamya bexçeyekî gelek xweş a gelan bû, lê mixabin di encama êrîşên biyaniyan de, qirkirinek mezin li herêmê rû da, lê çanda pirnetewî û pirolî li Kurdistanê man, ji ber ku netew û ol ji bo parastina hevdu, bûn mertal.”

Destnîşan kir jî, “Dîroka pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kevn e û ji aliyê hin serkirdeyên dîrokî ve di gelek qonaxan de hatiye nûkirin û bihêzkirin, her wek Serok Mesûd Barzanî nivîsiye ku ji destpêka sedsala borî de di navbera Ebdulselam Barzanî û Mariya Binyamîn Şemûn û Andrian Paşa, ev rêkeftin hevxebata di navbera wan de di şoreşên Îlon û Gulanê de rebg vedan û heta niha berdewam e.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Bi saya ewlehî, pêkvejiyan û aramiya Herêma Kurdistanê û hewlên saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ti dêr û kirîstaniyek li Herêma Kurdistanê zirar nedît. Bi dehan Pêşmerge ji bo parastin û azadkirina gund û bajarokên kiristiyanan li Deşta Neynewayê canê xwe feda kirin, di encama êrişên rêxistina terorîst a Qaîde de, bi dehhezaran Kiristiyanî koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Di Hezîrana 2014an de, piştî êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser parêzgeha Neynewayê, 150 hezar Kirîstiyanî reviyan Herêma Kurdistanê, Ji sedî 40ê koçberan venegeriyane malên xwe û li Herêma Kurdistanê dijîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn, “Ankawa niha yek ji mezintirîn bajarên Kirîstiyanan li Rojhilata Navîn e, ku 86 hezar Kirîstiyanî tê de dijîn, Ankawa bi taybet ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û ji aliyê xelkê Herêma Kurdistanê ve bi çavê rêzê lê tê nihêrîn.”