Weşangerên Kurdî: Ji ber qeyrana aborî pirtûkên Kurdî nayên firotin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, qeyrana aborî û rewşa siyasî û civakî li ser firotina pirtûkên Kurdî û pêve girêdayî jî weşanxaneyên Kurdî bandorên neyînî kiriye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, qeyrana aborî û rewşa siyasî û civakî li ser firotina pirtûkên Kurdî û pêve girêdayî jî weşanxaneyên Kurdî bandorên neyînî kiriye. Weşanger û pirtûkfiroşên Kurd, balê dikşînin ku jixwe xwîner û derfetên berhemên Kurdî kêm in, lê rewşa dawî ya li Tirkiyê jî bandorên giran û mezin li ser piyaseya pirtûkên Kurdî kiriye.

Pirtûkfiroş û rêvebirên weşanxaneyên Kurdî radigihînin ku ji ber rewşa aborî, siyasî û civakî ya li Tirkiyê û taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, firotina berhemên Kurdî gelek kêm bûne.

Firoşkar û weşanger radigihînin ku her çiqas zehmetî û astengî hebin jî, heta ew karibin dê plan û projeyên geşkirina piyasa berhemên Kurdî berdewam bikin û hêvîdar in ku hem bi destpêkirina werzê payîzê re û hem jî bi lidarxistina pêşangehan dê rewş baştir bibe.

Koordînatorê Pirtûkakurdî Bawer Berşev ji K24ê re diyar kir: “Li gor Tirkî xwînerên Kurdî jî kêm in, bi milyonan xwînerên berhemên Tirkî hene. Her çiqas piyase ketibe jî dîsa jî bi milyonan xwîner hene. Lê ya Kurdî ne wisa ye, xwînerên Kurdî jixwe kêm in û dema havîn dibe jî piyase tam kêm dibe.”

Weşanger û firoşkarên berhemên Kurdî, havînan kêmbûyîna firotina pirtûkan normal dibînin û malperên ku firotinê dikin jî xwe nûjen dikin da ku piyaseya berhemên Kurdî geş bikin. Bal jî tê kişandin  ku li bakûr 20 -25 hezar xwînerên Kurdî hene û ev jî potansiyeleke gelek kêm e.

Weşanger Azad Zal ji K24ê re diyar kir: “Herî zêde salekî berê mesrefa ku me dikir, li gor niha 5 qat zêde bûye. Yanî bihayê kaxit 5 qat zêde bûye. Eviya jî bikî nekî li ser karê me bandor dike. Em nikarin bi hêjmarên zêde çap bikin. Berê me hezar, 2 hezar û carina 3 hezar çap dikir, lê niha ji zêdeyî 500 heban em nikarin çap bikin. Hem ji ber mesrefên zêde û hem jî ji ber xwînerên me kêm dibin em nikarin zêde çap bikin. Xwîner jî ji ber giranbûyînê nikarin bistînin, pirtûkeke bi 5 lîreyî niha 60-70 lîre ye.”

Li Tirkiye û Bakur, weşanxaneyên Kurdî jixwe bi fedakarî xwe berdewam dikin. Weşangerên Kurdî bale dikşînin ku bi taybet sektora pirtûkên Kurdî bi gelek zehmtiyan tên berdewam kirin. Radigihînin ku vê havînê bandorên gel giran girtine û hêviya wan jî ew e ku di werzê nû de vê rewşê telafî bikin.