Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bo hikûmet û xelkê Fransayê nîşan da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bo hikûmet û xelkê Fransayê nîşan da, ji ber canjidestdana efserekî wan ê serbazî li Iraqê, herwiha hêviya başbûna bilez ji bo serbazê din ê birîndar xwest.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bo hikûmet û xelkê Fransayê nîşan da, ji ber canjidestdana efserekî wan ê serbazî li Iraqê, herwiha hêviya başbûna bilez ji bo serbazê din ê birîndar xwest.

Şeva Înê 18ê Tebaxa 2023an, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand: “Serbazekî Fransî li Iraqê di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da, dema bi erkê xwe yê rahênankirina hêzên çekdar ên Iraqê ve mijûl bû.” Herwiha Wezareta Hêzên Çekdar ên Fransayê jî ragihand, di wê bûyerê de efserekî din ê serbazî yê Fransayê bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneya serbazî ya Bexdayê tê tedawîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 19ê Tebaxa 2023an di peyamekê de ku li ser medyaya civakî ya Xê (Twittera berê) ragihand: “Em ligel hikûmet û xelkê Fransayê beşdar in di matemîna raîd Baptiste Gauchot, ku di bûyereke trafîkê de li nêzîkî Hewlêrê canê xwe ji dest da.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a peyama xwe de diyar kir: “Di vê dema diltezînê de bîra me li cem malbata wî ye. Herwiha em duaya başbûna bilez ji bo serbazê din ê birîndar dikin.”