Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro serdana Bexda û Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ehmed Sehaf ji K24ê re ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro bi serdaneke fermî digihe Bexdayê û dê du rojan bimîne.

Sehaf da zanîn, Wezîrê Derve yê Tirkiyê di vê serdanê de dê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Wezîrê Derve Fuad Husên re bicive.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di navbera 22 - 24ê Tîrmehê de serdana Bexda û Hewlêrê dike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê, Hakan Fîdan dê li Bexda û Hewlêrê hevdîtinên di asta bilind de bike. Li ser bingeha ajandayeke erênî, dê di hemû waran de hevkarî li gel Iraqê bê pêşxistin û pêşhatên herêmî û navdewletî bên gotûbêjkirin.”

Pirsa pişka avê ya Iraqê jî yek ji mijarên li ser maseyê ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji K24ê re ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan dê roja Çarşemê serdana Bexdayê bike û dê bi rayedarên payebilind ên Iraqê re têkiliyên di navbera Bexda û Enqereyê de û mijarên hevpar ên her du welatan gotûbêj bike.

Sehaf got, Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bicive û dê peywendiyên di navbera her du welatan de gotûbêj bikin. Her wiha dê guftûgoyan derbarê pirsên ewlehiya hevbeş ji bo parastina ewlehiya herêmê bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê got, mijara av û pişka ava Iraqê yek ji mijarên li ser maseya di navbera her du welatan de ye. Wezareta Derve û hemû aliyên din rola xwe di vê mijarê de dilîze û ev mijar dê bi kûrahî were ronîkirin.

Hakan Fîdan li Hewlêrê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re dicive

Pêştir jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser rûpela xwe yê “facebook” nivîsîbû: “Di vê hefteyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê dê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û dê li Hewlêrê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive.”